TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Ne karekî jîrane ye ku em ji niyeta hikûmeta Iraqê gumanê bikin!

Admin H
Nivîskar
📅 17 mijdar 2022 21:57

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser bicihanîna rêkeftina nû ya navbera Hewlêr û Bexdayê de, da xuyakirin ku karekî jîrane nîne ku ji niyeta hikûmeta nû ya Iraqê gumanê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî-Duhokê li ser pirsa rojnamevanan a derbarê garantiya pabendbûna hikûmeta Iraqê bi rêkeftina dawî ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta nû ya Iraqê de got: “Niha bawer nakim karekî jîrane be ku em ji niyeta hikûmeta Iraqê gumanê bikin.”

Mesrûr Barzanî da zanîn, divê dem bidin hikûmeta nû ya Iraqê û got: “Eger em ti pêşveçûnekê nebînim, dibe ku em bersiva vê pirsê bidin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da xuyakirin: “Niha ne karekî jîrane ye ku tiştekî xirab li ser bibêjim, divê em gelek bawer bin ku pêwendiya navbera Herêm û Bexdayê pêşve biçe û hikûmeta federal rêzê li wê rêkeftinê bigre.”

Parve bike: