Mesrûr Barzanî: Parastina statuya Kurdistanê erka me hemûyan e
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma destpêkirina qonaxa duyem a projeya Kembera Kesk a Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku di vê qonaxê de dê zêdetirî milyonek û 800 hezar şitil bên çandin û ev proje ji aliyê jîngehî, aborî û peydakirina derfetên kar ve xwedî sûdeke mezin e.
Serokwezîr di gotara xwe de bal kişand ser parastina jîngehê, bandora erênî ya projeya "Ronakî" a ji bo kêmkirina qirêjiya hewayê û spasiya welatê Yûnanistanê, hêzên Pêşmerge û xwebexşan kir.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser mijarên siyasî û ewlehiyê jî; êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê wekî tawaneke li dijî hemû gelê Kurdistan û Iraqê bi nav kir û tekezî li ser cezakirina tawanbaran kir.
Serokwezîr Barzanî, helwesta xwe ya li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand: "Parastina qewareya Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e. Em ê rûbirûyî her hewleke ji bo dabeşkirina Herêma Kurdistanê bibin."