TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî pêswazî li sandeka leskerî ya hevpeymanan kir

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2019 18:31

PeyamaKurd -  Îro  şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li şandeyeke bilind a leşkerî ya hêzên hevpeyman a çaksazî, perwerde û rahênana hêzên Pêşmerge kir.

Di hevdîtinê de li gel helsengandin bo mekanizmaya dawî û rêveçûna proseya çaksazî û rêkxistina wezareta Pêşmerge, egera serî rakirina DAIŞ û pêşketina tevgera wan hat gotûbêj kirin.

Herwaha Mesrûr Barzanî spasiya hewldanên hevpeymanan kir û hêviya berdewamiya alîkariyên wan xwest. Bi taybet di warê çaksazî û rêkxistina wezareta Pêşmerge de. Herwaha bo rêgirtin li metirsî û gefên terorîstan, alîkariya hemû aliyan ve û ava kirina bingeh di warê asayî kirin û çareseriya pirsgirêkên siyasî, îdarî û destûrî jî pêwîst zanî.

Ji aliyê xwe ve şandeya mêvan jî diyar kirin ku dê alîkariya zêdetir bo hêza Pêşmerge û bo pêşde birina proseya çaksazî û rêkxistina wezareta Pêşmerge piştevaniya xwe bo hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge, hêzên hevpeyman û hêzên Iraqî li hemû navçeyan jî ragehand.

Parve bike: