TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî peyama cejna Remezanê belav kir

Admin M
Nivîskar
📅 04 hezîran 2019 03:23

PeyamaKurd- Serokê Konseya Ewlekariyê ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema cejna Remezanê peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de got:

“Malbatên serbilind yên şehîdan, pêşemergeyên qehreman, endamên konseya ewlekariyê, hêzên asayîşê, polîsên me, misilmanên Kurdistanê û hemû dinyayê. Ez cejna we ya Remezanê ji dil û can pîroz dikim. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku îbadetên hemû terefan qebûl bike, rihên şehîdên me di buhiştê dê şad bike û şîfayê bide birîndarên me.”

Barzanî di dewama peyama xwe de got cejn bibe wesîla ku xelkê Kurdistanê bigihê armanca xwe û di vê rêyê de bedelên ku daye bide ber çav. Bila bibe wesîla Kurdistanekî xurt ku hemû xelkê Kurdistanê dixwaze û bibe wesîla xebata hevpar. Barzanî di dawiya peyama xwe de got:

“Bi vê munasebetê ez hêvî dikim ku şiddeta li herêmê, şer û felaket bi dawî bibin, aştî û aramî di herêmê de şîn bibin.”

Parve bike: