TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê û destekê da Fasê

Admin M
Nivîskar
📅 10 îlon 2023 00:18

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser erdheja bi pileya 7 ya li welatê Fasê peyamekî belav kir û got ku Herêma Kurdistanê bi xelkê Fasê re di nav hevgirtinê de ye.

Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de taziyên xwe li ser navê Herêma Kurdistanê ji bo xelkê Fasê ragihand û got:

“Me xebera erdhejê ku li Fasê xistiye û bûye sedema mirin û wendayiya maddî, bi xemgînî bihîst. Ji bo malbatên kesên wan mirine sersaxiyê dixwazim. Di van rojên zor de ji bo malbatan taziyên xwe radigihînim û Herêma Kurdistanê bi hukumata Fasê û xelkê wê re di nav hevgirtinê de ye.”

Parve bike: