TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2025 21:21

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya helbestvan û nivîskarê navdar Beşdar Samî, peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbat û nasên wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Duşemê 29ê Kanûnê ji ber koça dawî ya nivîskar û helbestvan Beşdar Samî peyamek belav kir û hevxemiya xwe ya kûr nîşan da û sersaxî ji malbat, dost û hevalên wî re xwest.

Serokwezîr Barzanî got: "Ji bo koça dawî ya helbestvan û nivîskar Beşdar Samî, ez sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbat, kesûkar û hevalên wî dikim û hevparê xema wan im. Xwedayê Mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û sebrê bide her kesî."

Parve bike: