Mesrûr Barzanî projeya Golden Global Development vekir: Zêdetirî 400 derfetên kar çêdibin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê, projeya mezin a "Golden Global Development"ê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê vekir.
Ev proje şaxa sereke ya belavkirin û firotina otombîlên markeya navdewletî ya "Nissan" a Japonî ye, ligel navendeke pêşketî ya perwerdekirin û rahênana karmendan bo seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Li gorî zanyariyan, mehane bi rêjeya nêzîkî 2 hezar otombêlên Nissan bi rêya Deriyê navdewletî yê Îbrahîm Xelîl digihin vê navendê û ji wir ve ber bi parêzgeh û bajarên cuda yên Iraqê tên belavkirin. Ev pêngav girîngiyeke mezin dide pêgeha stratejîk a bazirganî ya devera Zaxoyê.
Lêçûna giştî ya projeyê digihîje 20 milyon û 155 hezar dolaran ku di heyama sê salan de hatiye cîbicîkirin. Proje zêdetirî 400 derfetên kar bo hêza kar û ciwanên herêmê peyda dike.