Kurdistan
Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêşmergeyê dêrîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata Ehmed Deştî ku Pêşmergeyekî dêrîn û kesayetiyekî naskirî yê ragihandinê bû, sersaxî ji malbata wî re xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê, hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir, nivîskar û bêjerê dêrîn ê Radyoya Dengê Kurdistanê Ehmed Deştî, ez sersaxiyê li malbata wî ya nîştimanperwer dikim û hevparê xema wan im."
Serokwezîr Barzanî diyar kir, "Xwedayê mezin rihê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkar, dost û hevalên wî."