Kurdistan
Mesrûr Barzanî sersaxiya wezîra kar ya Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rêya telefonê de sersaxî da wezîra kar ya Herêma Kurdistanê Kawistan Mihemmed. Hevjînê wezîra kar yê Kawistan Mihemmed bi sedema nexweşînekî li bajarê Silêmaniyê li nexweşxanê koça dawiyê kiribû.
Mesrûr Barzanî di telefonê de ji wezîra kar Kawistan Mihemmed re sersaxiyê xwest û ji Xwedayê dilovan xwest ku rehmetî di bihişta xwe de şad bike, sebr û aramiyê bide malbata wan.
Wezîra kar Kawsitan Mihemmed jî sipasiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.