TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî sersaxiyê da malbata Arif Derwês Sindî

Admin M
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2021 23:18

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxiyê da malbata Arif Derwêş Sindî ku koça dawiyê kiribû. Arif Derwêş têkoşerê Şoreşe êlûnê, yê Şoreşa Gulanê û hem xwediyê madalya Barzanî bû.

Serokwezîr Barzanî îro an ku di 30 ê cotmeha 2021 ê de telefonê da malbata Arif Derwêşî, hevxemiya xwe bi malbatê re parvekir, ji Arif Derwêşî re ji xwedê rehmê xwest û ji bo malbatê sersaxiyê û sebrê xwest.

Malbata Arif Derwêş jî ji ber telefona sersaxiyê sipasiya serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Parve bike: