TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştgiriya Almanyayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2026 15:51

PeyamaKurd - Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê Daniel Krober kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku her du alî li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê di warên curbicur de hevnêrîn bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo hevkariyan û piştgiriya Almanya û hêzên hevpeymanan anî ziman. Balyozê Almanyayê jî tekezî li ser berdewamiya piştevanî û hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re kir.

Herwiha di hevdîtinê de hate diyarkirin ku Herêma Kurdistanê dê bibe parçeyek ji her hevtêgihîştineke dualî ya ku di paşerojê de di navbera Almanya û Iraqê de bê îmzekirin. Di beşeke din a hevdîtinê de guhertin û pêşhatên herî dawî yên li Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: