Kurdistan
Mesrûr Barzanî telefona sersaxiyê da qral Abdullah ê Urdunê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê sersaxiyê da qralê Urdunê Abdulla ê II yem.
Serokwezîr Barzanî bi sedema apê qralê Urdunê prens Muhammed b. Telal koça dawî kiribû, di rêya telefonê de bo qral Abdullah sersaxiyê xwest. Di telefonê de Barzanî sersaxiyê da qraliyetê û diyar kir ku ew hevparê êş û xema qraliyeta Haşemî ya Urdunê ye.
Barzanî her weha bo malbata Bîn Telal ku bi taybetî nûnerên qral Abdullah’in, sebrê xwest.
Qral Abdullah sipasiya xwe bo serokwezîr Barzanî kir.