TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Balyoza Taylandê pêşxistina bazirganîyê gotûbêj kirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 îlon 2026 18:21

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Îlonê pêşwazî li Balyoza Şahnişîna Taylandê ya li Urdun û Iraqê, Jiraporn Jirampaikool kir.

Di hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Taylandê di warên curbicur de, bi taybetî di warê pevguhartinên û bazirganiyê de hat kirin.

Di beşeke din a civînê de, behsa rewş û mercên jiyana welatiyên taylandî yên niştecihên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Parve bike: