TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan şerê Îranê gotûbêj kirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 adar 2026 16:31

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, îro 4ê Adarê bi rêya telefonê axivîn.

Hikûmeta Herêma ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rêya telefonê pêwendî bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re kiriye û da zanîn, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du aliyan li ser geşedanên dawî yên şer û aloziyên li herêmê axaftine.

Her du alî li ser girîngiya parastina aştî û aramiya herêmê  hevnêrîn bûn.

Parve bike: