Mesrûr Barzanî û Helbûsî çend mijarên girîng gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Îlona 2026an pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûneran Heybet Helbûsî li ser navê şandê hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Ebdulwahid Barzanî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re diyar kir û sersaxî jê re xwest.
Her du alî li ser girîngiya parastina ewlehî, aramî û cîgirya Iraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn. Herwiha li ser zêdetir pêşxistina alîkarî û hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî de bo derbasbûna ji asteng û berbestên cihêreng, bi taybetî jî rewşa ewlehî û aborî ya niha ya Iraqê, hevnêrîn bûn.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya piştgirîkirina Hikûmeta Iraqê û Serokwezîr Elî Zeydî bo baştirkirina rewşa darayî û xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyan bêyî cudahî kir û çareserkirina kêşeyên ligel Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrî û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Di beşeke din a civînê de, danûstandin li ser amadekariyên danîna reşnivîsa projeqanûna budceya federal bo sala 2027ê hatin kirin. Di vî warî de, Serokê Encûmena Nûneran piştrastî da ku budce dê bi rengekî dadperwerane bê amadekirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyan dê parastî bin.