Kurdistan
Mesrûr Barzanî wê bendava Gomespanê veke
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bendava Gomespan ku sêyemîn bendava herî mezin a Herêma Kurdistanê ye, veke.
Mesrûr Barzanî wê roja Çarşemê 16.10.2024 (îro) bendava Gomespan veke û piştre jî bingeha rêya dabeşkirî ya Gomespan-Simaqulî datîne.
Bendava Gomespan ku mezintirîn bendava parêzgeha Hewlêrê ye, li ser rûbera 6 milyon û 125 hezar metre çargoşe, 70 metre bilindî û 512 metre dirêjî hatiye çêkirin.
Bendava ku bi giştî 115 milyon metrekup ava baranê berhev dike, mezintirîn jîngeha avê ya Hewlêrê peyda dike.