Mesrûr Barzanî: “Yekem wezîfa me dahatûya gelê Kurdistanê ye”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wezîfa wan ya yekem dahata xelkê Kurdistanê ye û li ser veberhênanên herêmê şiroveyan kir. Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyameka bi vîdeoyê belav kir û serê peyamê weha danî:
“ Bo Kurdistan bibe xwediyê dahatûyeka xwurt, avakirina aboriya xwurt û rengecûre”
Barzanî di peyama xwe de got ku firehkirina dahata Herêma Kurdistanê û zêdekirina cûre dahatan ya herêmê, wezîfa ewilî ya hukumeta Herêma Kurdistanê ye û bi temînkirina budçeyê re dixebite da bingeha aboriyeka xwurt ava bike.
Di peyamê de serokwezîr Barzanî ragihand ku 2 sal zêdeye hukumet ne tenha bo îro lê di dahatûyê de bingehekî bo dahatên hundir deyne û tevî di ser destpêkirina wezîfa hukumeta 9 em de 2 sal û 1 meh derbas bûye, di elektrîk, sanayî, sanayiya çandiniyê de, çavkaniyên avan û di ajalvaniyê de îmze daniye binê projeyên mezin.
Her weha bo reformên li hemberê gendeliyan, bo berlêgirtina serfkirina malên giştî yên bi awayeka xerab pêvajoyeka reforman dane destpêkirin.