TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesûr Barzanî bi Serokê Asayîsa Iraqê re bicihanîna rêkeftina Singalê gotûbêj kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2020 23:30

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro sêşemê li Hewlêrê, pêşwazî li Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Ebdulxenî Elesed kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de rewşa Iraqê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û pêşvebirina hemahengiya ewlehiyê ya navbera her du aliyan hat gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî yên li Iraqê hat kirin.

Parve bike: