TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesûr Barzanî: Gihîstina rêkeftinê li berjwendiya hemû xelkê Iraqê ye

Admin H
Nivîskar
📅 23 îlon 2019 22:30

PeyamaKurd - Serokwezirê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwazî li şandeke serbazaî ya Ameîkayê ya bi serokatîya General Grigor Kiroder kir.

Di hevdîtina ku Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Fagin jî tê de amade bûn, derbarê geşedanên dawî li Iraqê, herêmê û rûbirûbûna gefên DAIŞê gotûbêj hat kirin.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, spasîya hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymanan bi giştî kir bo hevkarîyên wan bo hêza Pêşmerge û bal kişand ser hevahengîya baş a di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Iraqê de bo rûbirûbûna DAIŞê.

Serokwezîr Barzanî herwiha danûstandinên dawî yên ligel hikumeta Federalî ya Iraqê bi herêma Kurdistanê re bi bîr xistin û bal kişand ser çarserkirina hemû arîşeyan di çarçoveya destûrê de.

Barzanî destnîşan kir, gihîştina rêkkeftinê bi hikûmeta Iraqê re, li berjewendîya hemû xelkê Iraqê ye.

Parve bike: