TR KU SO
FB X
Kurdistan

Meytê yek ji 3 ciwanên di çemê Xemelokê de xeniqîbûn hate dîtin

Admin L
Nivîskar
📅 02 nîsan 2022 15:59

PeyamaKurd Li Silêmaniyê, îro meytê yek ji 3 ciwanên ku roja 21.03.2022yê di çemê Xemelokê ya bajarokê Mawetê xeniqîbûn hate dîtin.

Li gor Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir di derbarê vê de da zanîn: “Birêz qaymeqamê Mawet û fermangehê pêwendîdar ê wî sînorî, rêveberiya berevaniya şaristaniya Silêmaniyê, tîma balefirvan, xwebexş û kesûkarên qurbaniyan, hemû hatine erkdarkirin û hemaheng in ji bo derxistina termên wan azîzan.”

Herwiha eşkere kir: “Bi navê parêzgerê Silêmaniyê, serxweşiyê û sersaxiyê radigihînin û spasiya hemû wan saziyên xwebexş û kesên dilsoz û alî û kesûkarên birêz dikin ku vê demê de di xema dîtina wan kesên xoştevî de bûne.”

Parve bike: