TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Ebdî: Êrîş destdirêjiya ser vîna gelê Herêma Kurdistanê ye

Admin H
Nivîskar
📅 17 tebax 2026 18:20

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrîşa bi dronan a li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya li Pîrmamê şermezar kir û got, “Êrîş kiryareke neexlaqî ye û nayê qebûlkirin”.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê anî zimên.

Ebdî di peyama xwe de got: "Em bi hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê re hevxem in û em armanckirina ofîsa Serokê Hikûmetê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş kiryareke neexlaqî ye û nayê qebûlkirin."

Mezlûm Ebdî da zanîn: "Ev yek destdirêjiyek e li ser vîna gelê Herêmê. Her wiha destdirêjiyek e li ser beşeke bingehîn a saziyên dewleta Iraqê."

Parve bike: