Kurdistan
Mezlûm Ebdî ji Serok Barzanî û malbatên şehîdan re sersaxî xwest
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo Pêşmergeyên di êrîşa Îranê de şehîd ketine peyameke sersaxiyê belav kir.
Mezlûm Ebdî got, “Em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin.”
Mezlûm Ebdî diyar kir, "Em ji ber şehadeta lehengên wan, xemgîniya xwe bi gelê Kurd ê li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re parve dikin."
Ebdî di peyama xwe de da zanîn, "Em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû berpirsên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin. Herwiha em hêviya şifayê ji birîndaran re dixwazin."