Mezlûm Ebdî: Krîza dadgeriyê û pirsgirêka ziman ber bi çareseriyê ve diçin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, der barê astengiyên di dosyaya dadgeriyê û peymana bi hikumeta demkî re axivî. Ebdî diyar kir ku nêzî du hefteyan pêvajoya entegrasyonê ji ber nebûna mekanîzmayeke zelal a ji bo dadgerên Rêveberiya Xweser sekinîbû, lê piştî civînên li Şam û herêmê, lihevkirinek çêbûye. Li gorî vê lihevkirinê, wê dadgerên Rêveberiya Xweser di sîstemê de werin entegrekirin, navên wan hatine pêşkêşkirin û ji bo perwerdeyê amade ne. Ebdî destnîşan kir ku çareserkirina vê dosyayê mifteya çareserkirina gelek pirsgirêkên mîna derxistina pasaport, hilbijartin û qeydkirina erd û milkan e.
Rakirina zimanê Kurdî û soza sererastkirinê
Der barê rakirina zimanê Kurdî ji ser tabelayên Koşka Edaletê ya li Hesekê ku bûbû sedema xwepêşandanan, Ebdî ragihand ku bertekên gel û ciwanan mafdar û rewa ne. Ebdî eşkere kir ku her çend hikumetê bi hinceta "saziya serwer" xwestibe tabelayan tenê bi Erebî bihêle jî, di encama danûstandinan de soza çareserkirinê hatiye girtin. Li gorî peymanê, li bajarên mîna Kobanê û Qamişloyê tabelayên duzimanî (Kurdî-Erebî) hatine qebûlkirin û ji bo Hesekê jî soz hatî dayîn ku di qonaxa bê de zimanê Kurdî dîsa li ser tabelayan were zêdekirin. Ebdî bang li gel kir ku aram bin da ku pêvajoya entegrasyonê têk neçe û mafên zimanî di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.