TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Ebdî: Lihevkirina pêsîn ya 'ENKS-PYD' cihê kêfxwesiyê ye

Admin H
Nivîskar
📅 16 hezîran 2020 21:46

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê danûstandinên yekrêziyê yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd ku PYD pêşengiya wan dike, peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterî wiha got: “Em bi xebatên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd şanaz in.Keda wan a pêkanîna lihevkirina pêşîn cihê kêfxweşîyê ye. Bi hêviya ev lihevkirin wê bi peymanek nû re tacîdar bibe da ku berjewendî û mafên rewa yên gelê me misoger bike.”

Parve bike: