Mezlûm Ebdî: Me bi yekrêziya HSDê projeyên Tirkiyê têk birin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan bi parastina yekrêziya nav HSDê kariye projeyên Tirkiyê yên li herêmê têk bibin.
Mezlûm Ebdî di hevdîtineke taybet a ligel televizyona Misrî TEN TV de da xuyakirin ku ew projeyeke demokratîk û yekîtiya xaka Sûriyê dikin armanc û got, dema DAIŞ li Sûriyeyê derket, ji bilî HSDê, ti hêz û aliyekî din şerê DAIŞê nekir, ji bo wê jî DAIŞ derfet dît ku desthilatiya xwe berfireh bike.
Li ser hevkariya Tirkiye û DAIŞê jî Mezlûm Ebdî got, dewleta Tirkiyê sînorên xwe ji DAIŞê re vekiribû û balafirgehên Tirkiye di xizmeta DAIŞê de bûn.
Ebdî destnîşan kir ku HSDê projeyên dewleta Tirkiyê yên li Sûriyê bi taybet û li Rojhilata Navîn bi giştî têk birin.
Mezlûm Ebdî li ser girtiyên DAIŞê jî da zanîn ku bêhtirî 12 hezar çeteyên DAIŞî girtî ne li gel wan û piştigriya rêxistinên navdewletî pir lawaz e.
Li ser rol û helwestên welatê Misirê jî Ebdî spasiya Misirê kir, nemaze li dijî êrîşên dewleta Tirk ên 9 Cotmehê.
Ebdî li ser mijara Libyayê jî destnîşan kir ku divê Lîbî nehêlin ku Tirkiye derbasî xaka wan bibe û senaryoya li Sûriyê, li Lîbyayê jî dubar bike.