TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Ebdî û şanda Şamê xebatên entegrasyonê gotûbêj kirin

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2026 20:01

PeyamaNews - PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 2yê Adarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ligel şandee hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ziyad Ayiş civiya.

Di civîna ku Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl jî amade bûn de, xebatên têkelbûna nav sîstema dewleta Sûriyê û rêbazên pêşxistina aramiyê û hevkariya li herêmê hatin gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev civîn di çarçoveya bicihanîna xalên peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyê de hate encamdan.

Parve bike: