TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Kobanî: Em ê bersiveke tund bidin

Admin S
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2018 18:50

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî ji Reutersê re  ragihand ku Amerîkayê ji bo rê li ber operasyona Tirkiyê bigire gavên girîng avêtin, lê heger dîsa jî êrîş bikin ew dê bi tundî bersivê bidin.

Fermandarê HSDê di hevpeyvîna ligel televizyona El Meyadîn û ajansa Reutersê de, li ser gefên Tirkiyê yên operasyonê bi ser Rojhilatê Firatê de daxuyakirin, Washington ji bo rê li ber êrîşên Tirkiyê bigire di nav hewlên cidî de ye, lê pêwîst e Amerîka van hewldanên xwe zêdetir bike.

Kobanî herwiha diyar kir, ew ji bo rêgiriya êrîşên Tirkiyê di nav hewlên dîplomatîk de ne, lê heger êrîş pêk were jî hêzên wan amade ne bi tundî bersiva êrîşan bidin.

Parve bike: