Mezlûm Kobanî: Tirkiye êrîs bike, ser li 600 kîlometran belav dibe
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlum Kobanî (Mezlûm Ebdî) di hevpeyvîna ligel rojnamevan Fehîm Taştekîn pêk aniye de li ser amadekariyên artêşa Tirkiyê yên ser sînor radigihand ku heger Erdogan êrîş ser wan bike, dê ne wekî Efrînê be û wê şer li dirêjahiya 600 kîlometran belav bibe.
Mazlum Kobanî di hevpeyvîna malpera Ahvalê de li ser mijarê wiha axîvî:
“Me li Efrînê şerekî bi sînor kir. Lê di encama êrîşeke din de em ê ji Menbiçê heta Îdlibê şerekî berfireh bidin destpêkirin. Me biryar daye. Ger Tirkiye êrîşê cihekî din bike dê şerek giştî destpê bike. Ev şer dê li 600 kîlometreyan belav bibe û bi mehan heta salan berdewam be. Em ev biryara xwe ji her kesî re eşkere kiriye. Amerîka jî Tirkiye jî ji biryara me ya şer agahdar e. Ger Tirkiye êrîşek din bike dê şerê navxwe yê duyem li Suriyeyê destpê bike. Me xwe ji bo şerekî dijî Erdogan amade kiriye”.
Mezlûm Kobanî di dirêjiya hevpeyvînê de dibêje, ku Amerîka naxwaze şerekî bi vî rengî rû bide û rêgiriyê li rûdana şerekî wiha dike.