Mihemed Îsmaîl: Em navê Kurdistanê ji partiya xwe dernaxin
PeyamaKurd - Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand ku ew di kongreya pêş a partiya xwe de navê "Kurdistan"ê ji navê partiyê dernexînin û di helwesta xwe de nehejiyan e.
‘Sîstema herî baş ji bo Sûriyeyê federalî ye’
Mihemed Îsmaîl di hevpeyvîna ligel Rûdawê de destnîşan kir ku wekî helwest, Kurd pergala federaliyê ji bo paşeroja Sûriyeyê pergala herî baş dibînin. Îsmaîl anî zimên ku gelek dewlet dema bûn federal bi pêş ketin û dewleta Îmaratê wekî mînak nîşan da û got, "Ew hemû Ereb in lê di nav xwe de bûn federal. Federalî hûrgilî û yekîtî ye, ne parçebûn e."
Pêşniyarên ji bo destûra nû û xwebirêvebirina berfireh
Serokê ENKSyê eşkere kir ku niha ofîsa hiqûqî ya ENKSyê pêşniyaran dide serokatiya encûmenê yên li ser destûra Sûriyeyê, Qanûna 107an û mijarên nenavendîtiyê û xwebirêvebirina xwecihî ya berfireh.
Nûnertiya Kurdan li Parlamentoya Sûriyeyê
Îsmaîl diyar kir ku ji 12 parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Sûriyeyê 6 endamên ENKSyê ne. Wî anî zimên ku ew ji bo parastina mafên xelkê xwe û ji bo avakirina têkiliyan bi pêkhateyên din ên Sûriyeyê re beşdarî parlamentoyê bûne.
Di heman demê de, Mihemed Îsmaîl tekez kir ku mijara zimanê Kurdî û pejirandina wî di destûrê de daxwaza wan a sereke ye û destnîşan kir ku ew gotina "Rojavayê Kurdistanê" bi kar tînin û ti carî razî nabin ku tenê bêgotin "Rojava".