Kurdistan
Mihemmed Receb: ENKS dixebite da pêsmergeyên Roj vegerin navçeya aram
PeyamaKurd- Fermandarê hêzên pêşmerge yên Roj Mihemed Receb ragihand ku ENKS hewl dide da pêmergeyên Roj vegerin herêma bi ewle. Lê vegera pêşmergeyên Roj hêj nediyare. Mihemmed Receb bo KDP.info yê weha ragihand:
“ENKS bi dewletên dinyayê re têkiliyên dîplomatîk dimeşîne da pêşmergeyên Roj vegerin herêma bi ewle û ev yek daxwaza xelkê Kurd yê rojavaye. Armanca me ew e ku em can û malê xelkê ji terorê biparêzin. PYD hemû hêzan qebûl dike da herin Rojava lê tenê Pêşmergeyên Roj qebûl nake.”
Mihemed Receb di beyana xwe de got ku ew nizanin çima PYD ji xwe napirse bê ew çend xelk çima ji ber destê wan bazdaye. Receb got; heya pêşmergeyên Roj venegerin navçeya aram, dê penaber jî venegerin.