Kurdistan
Milîsan bi çek û roketan li navenda Bexdayê gef li Kazimî xwar!
PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê milîsên çekdar ên şîe derketin kolanan û gef li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwarin.
Milîsan bi çek û roketên li ser milên wan wêneyên Kazimî hilgirtin û gotin, “Êdî dema jêkirina guhê wî hatiye.”
Milîsên şîe herwiha daxwazên wekî bihayê dolar vekişînin wekî berê, yasaya budçeyê qebûl bikin û para Kurdistanê ya budçeyê neyê şandin.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, dema vê pêşandana milîsan û gefxwarinê herwiha milîsan nivîsgeha Serokatiya Îstixbarata Iraqê jî dorpêç kirine û diruşên gefxwarin qêriyane.
Herwiha kanala Al Sharqiya News a li Iraqê weşanê dike jî ragihandiye ku 7 komên milîsan li ser hilweşandina agirbesta êrîş nekirina hêzên Amerîkî li hev kirine.