Kurdistan
Mînîbus ket ava Firatê û 4 kes mirin
PeyamaKurd- Li bajarê Ezirganê ajotvanê mînîbusê kontrola xwe wenda kir û mînîbus ket çem ê Firatê. Di qezayê de heya niha 4 kes mirine, 3 kes birîndarin û kesekî wenda ye. Qeza li ser pira Şîrzi ya li ber navçeya Kemaliyê ya bi ser bajarê Ezirganê çêbû. Li ser agahdarkirina tîmên 112, polîs û cendirmeyan, hemû tîm çûn ciyê bûyerê û gihan encama li jorê.
Her 3 kesên ku birîndarin wan birin nexweşxane ya dewletê ya Kemaliyê. Li gor îfadeyên birîndaran, di mînîbusê de 8 kes hebûne. Tîmên AFAD ê di nav çem de, li kesê wenda digerin.