TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mînîbusa di rêya xwe de diçû, agir pêket û teqiya

Admin M
Nivîskar
📅 25 tebax 2021 03:04

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Reza mînîbusa serwîsê, dema di rêya xwe de diçû agir bi motora wê ket û paşî depoya xaza klîmayê teqiya. Paşî têmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û agir vemirandin lê mînîbus nema bikêr tê.

Xwediyê mînîbusê Şehmus Çiçekçi ragihand ku gelek hewl daye da agir vemirîne lê nikaribiye. Di pey depoya xaza klîmayê de cam û lastîkên erebê jî teqiyane.

Di şewatê de kes nemiriye an birîndar nebûye.

Parve bike: