TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mîranî: Kurdistan her car bi awayên cuda tê armancgirtin

Admin H
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2026 11:32

PeyamaKurd - Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî rexneyên tund li desthilata siyasî ya Iraqê girtin ku berpirsiyariyên xwe yên rêveberiyê û daxwazên bingehîn ên gel ên mîna debara jiyanê, tenduristî û xizmetguzariyan paşguh dixe.

Mîranî diyar kir ku şerê siyasî yê li Bexdayê li ser berjewendiyên kesatî û komî meşiyaye û amaje bi wê yekê kir ku reftara berpirsan li ser bingeha cudakarî û nenasîna rastiyên civakî yên Iraqê hatine avakirin.

Mîranî tekez kir ku zextên li ser Herêma Kurdistanê di dîrokê de her carê bi rê, nav, gotar û projeyên cuda hatine dûbare kirin û Kurdistan rastî zordariyeke zanebûnî tê.

Berpirsê PDKyê helwêst û pozîsyona Kurdan di nava dewletê de bi biryardarî anî ziman û got: "Em di hevkêşeya desthilat û dewletê de cih digirin; em ne mêvan in û ne jî biyanî ne, wisa jî em birêvebirin û kargêriyê baş dizanin."

Parve bike: