TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mîrê Êzidiyan Cejna Remezanê li misilmanên Kurdistan û Cîhanê pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 nîsan 2023 21:21

PeyamaKurd - Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, Cejna Remezanê li misilmanan pîroz kir.

Mîr Hazim Tehsîn Beg, di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got: “Ez vê cejnê li misilmanên cîhanê bi taybetî yên Kurdistanê pîroz dikim. Cejn ji bo belavkirina ruhê tolerans û hevdu qebûlkirinê derfetek e.”

Mîrê Êzidiyan diyar kir: “Herêma Kurdistanê bi pêkhateyên xwe ve baxçeyekî rengîn e û her pêkhateyek tê de merasîmên xwe yên olî vedijînin. Hêvîdarim (Misilman) bi xêr û xweşî cejna xwe bikin.”

Parve bike: