Misirê êrîsên Tirkiyê yên ser Basûrê Kurdistanê û Iraqê sermezar kir
PeyamaKurd – Misirê êrîş û operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wekî ‘kiryarên dijminkarî’ bi nav kir.
Wezareta Derve ya Misirê derbarê operayon û êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê û bakurê Iraqê daxuyanî da û ew kiryaren Tirkiyê bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de, êrîşên Tirkiyê weke binpêkirina berdewam a serweriya Iraqê û kiryarên dijminkarî hat binavkirin û hat gotin, “Tirkiye bi îdiaya parastina ewlekariya xwe ya netewî wan operasyonan pêk tîne, lê ev rêbaza ku Tirkiyê daye ber xwe, redkirî ye û dibe ku ewlehî û istiqrara li navçeyê têk bibe.”
Misir diyar kir, bi wan kiryaran, helwesta Misirê tê selimandin ku çendîn caran diyar kiriye, “Tirkiye çavkaniya sereke ya nebûna istiqrarê ye li herêmê.”
Wezareta Derve ya Misirê herwiha piştevaniya xwe bo hikûmet û gelê Iraqê di rûbirûbûna kiryarên provakatîf ên Tirkiyê de ragihand û bang li hemû aliyan kir bi gotin û bi kiryar rêzê li serweriya Iraqê bigirin.