Kurdistan
Mismarî: Li basûrê Libya DAIS di nav liv û tevgerê de ye
PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya girêdayî hêzên General Xelîfe Hefter, Ahmed El-Mismari ragihand ku li başûrê Libyayê wan gelek tevgerên DAIŞê şopandine.
Ahmed El-Mismari got ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê gelek tevgerên DAIŞê, şopandine da zanîn, DAIŞ li başûrê Libyayê heye, nexasim jî li devera "Um El-Eranêb" û dora wê deverê digerin.
Mismarî herwiha ji ber koma çekdar a bi navê El-Teşedîyîn ku nêzîkî DAIŞê ye jî hikûmeta Wîfaqê tawanbar kir ku girêdayî wan e.
El-Mismarî di hevpeyvînekê de diyar kiriye ku hejmarek çekdarên DAIŞê li Trablusê hene ku piştî şerên li Bingaziyê revîyabûn.
Mismarî herwiha daye xuyakirin ku wê demê şerê Terablûsê jî bi piştgiriya Tirkiyê birêve diçû.