TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mistefa Hicrî pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

📅 13 hezîran 2019 12:36

PeyamaKurd -Berpirsê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî, bi boneya raspardinê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nû pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir û hêviyên xwe anîne zimên ku Herêma Kurdistanê zêdetir giraniyê bide aramî, aştî û avedanîyê.

Mistefa Hicrî ev peyam belav kir:

Gelek birêz \ cenabê Kak Mesrûr Barzanî

Silaveka dostane,

Ji alîyê xwe û Hizba Demurata Kurdistana Îranê ve, pîrozbahîya gerim pêşkeş dikim  bi boneya hilbijartina we ji alîyê Perlemana Herêma Kurdistanê ve wek serok wezîrên ewê Herêmê.

Bêguman di evê qonaxê de ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê gelek arêşe û kêmasîyên hindûrî û derekîye çaverêya xelkî ji kabîneya nû ya hikumetê bi serokatî hewe yên birêz di asteka bilind ye, berpirsyartîyeka mezin dikeve ser milên we.

Hêvêdarîn  bi hestkirin bi evê berpirsyaretîyê û hevdem bi mifa wergirtina bicî  ji hemû delîveyan, bi ser astengan re serkevin û Herêma Kurdistanê ber bi lêvarên aramî, aştî û avedanîyê rakêşin.

Li gel rêzên dûbare

Parve bike: