TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mizgefta Heskîfê ya 610 salî bo bajarê nû tê veguhestin

📅 16 berfanbar 2019 16:13

PeyamaKurd - Li Navçeya Heskîfa Batmana Bakurê Kurdistanê, mizgefta 610 salî ya bi navê Er-Rizq bo bajarê nû tê veguhestin. Mizgefta dîrokî dê li ser 256 tekeran bête veguhestin.

Li Heskîfê proseya veguhestina Mizgefta Mezin (Er-Rizqê) dest pê kir. Mizgefta ku dê wekî çar beşan were veguhestin, li ser wesayîta SPMT ku 256 tekerên wê hene, bo bajarê nû tê veguhestin.

— DW Türkçe (@dw_turkce) December 16, 2019

Piştî veguhestina beşa sereke ya mizgeftê, dê beşên mizgeftê yên destpêk, derî û dîwarên wê yên dîrokî jî bo bajarê nû bêne veguhestin.

Hêjayî gotinê ye ku heya niha Mizgefta Zeynel Beg, Hemam Osmanî û Merqeda Îmam Edila bo Heskîfa nû hatine veguhestin.

Parve bike: