TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mizrakli bersiva Erdogan da: Bêbextiyan neke!

Admin H
Nivîskar
📅 25 tebax 2019 17:06

PeyamaKurd - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli ku piştî destdanîna ser şaredariyê û tayînkirina qeyûm ji kar hatiye xistin, li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku dibêje, 'wan pere ji Qendîlê re dişand' axivî û got, "Bêbextî gunehê herî mezin e. Rûyê xwe reş dikin. Mafê kesî tune bêbextiyê li kesekî din bikin."

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Mizrakli wiha got: "Hemû lêçûn û hatin ji aliyê wezîrê navxwe ve tê şopandin. Tiştekî wisa tune ye. Bêbextiyê nekin! Êdî bêbextî û fitneyên wan di çiwalan de hilnayên. Tu rastiya vê yekê tune ye. Ti belge û şopa vê yekê tune. Koka wê tune. Ji roja em hatine hilbijartin heta niha em berpirsiyarê ax, kevir, av û mirovên vir in. Me hemû kar û xebatênk xwe li gorî mevzuata hiqûqê kiriye. Hemû kar û xizmeta ku şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dikin ji aliyê Wezîrê Navxwe ve tê şopandin. Di komputera wî de, di heman rojê de xuya dibe." 

Mizrakli bibîr xist ku wan 4 meh nîvan de 73 milyon TL deyn dane û wiha axivî:

"Di 3 olên heq de dibêjin 'Bêbextiyê nekin' Bêbextî gunehê herî mezin e. Rûyê xwe reş dikin. Mafê kesî tune bêbextiyê li kesekî din bikin. Ger ku em bi hevre bijîn divê hebûna me û vîna me qebûl bikin. Em her dem li Tirkiye ji bo bi hevre bişîn têdikoşin. Ji bo ve yekê me her dem cihê xwe li cem heqîqet û edaletê cih girt. Em ji wan dixwazin ku li gorî hiqûq, edalet û demokrasiyê tev bigerin. Em ê vi mafê xwe yê edalet, hiqûq û demokrasiyê heta dawî biparêzin." 

Parve bike: