TR KU SO
FB X
Kurdistan

MSB: Li Colemêrgê 2 leskeran jiyana xwe ji dest da

📅 16 rêbendan 2020 13:54

PeyamaKurd – MSBê ragihand ku li Colemêrgê di dema perwerdeya çekan de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li Çelê ya Colemêrga bakurê Kurdistanê 2 leşkeran di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne.

— T.C. Millî Savunma Bakanlığı (@tcsavunma) January 16, 2020

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got,  “15ê mehê li herêma Çelê ya Colemêrgê di dema perwerdeya çekan de 2 leşkerên me jiyana xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne.”

Parve bike: