TR KU SO
FB X
Kurdistan

Muna Qehwecî: Tirkmen li Kurdistanê parastî ne, li derveyî Kurdistanê di xeterê de ne

Admin H
Nivîskar
📅 20 gulan 2021 00:01

PeyamaKurd - Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehwecî di Konferansa Yekrêzî û Destûrê ya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê de axivî û got, Tirkmen li deverên derveyî Herêma Kurdistanê nayên parastin û jiyana wan di xeterê de ye.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê û Parlementera Turkmen Muna Qehwecî got: "Em Tirkmen, komek xwecihî yên vî welatî, daxwazê ji aliyên siyasî dikin ku nakokiya siyasî bidin aliyekî û tenê li ser pêşnûmaya Destûra Herêma Kurdistanê bisekinin, ji ber ku destûr mafên hemî koman diparêze."

Qehwecî bal kişand ser aramiya li Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkmenan û destnîşan kir: “Tirkmen li deverên derveyî Herêma Kurdistanê nayên parastin, jiyana wan di xeterê de ye. Mafên me li vir li Herêma Kurdistanê têne parastin. Herêmê mînakek baş nîşan daye.”

Parve bike: