Muslum derbarê peyama dawî ya Ocalan de axivî: Hesasiyet rêzgirtina beranberî hev e
PeyamaKurd - Berdevkê Partîya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslum diyar kir ku gotina ‘Hesasiyetên Tirkiyeyê’ ya Ocalan bi rêzdarî pêşwazî dikin û wiha got: “Em tu carî nebûne gef. Em hêvî dikin ku ji vê daxwaza Abdullah Ocalan re rêz bigirin. Wê demê em hêj hêsantir dikarin li hev bikin. Hesasiyet rêzgirtina beranberî hev e.”
Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2ê gulanê de li Îmraliyê bi parêzerên xwe re hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê parêzerên Ocalan daxuyaniyeke hevpar ku îmzeya Ocalan û îmzeyên 3 girtiyên li Îmraliyê lê hebû, bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de peyameke bi vî rengî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hat dayîn: “Em bawer dikin ku pirsgirêkên Sûriyeyê di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji çanda pevçûnê dûr; Cih û rewşa ku tê de ne, bi çareseriyeke, di çarçoveya yekrêziya Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya herêmî ku bi Desûra Bîngehîn pêk hatiye, bê armanckirin. Girêdayê vê yekê divê hesasiyetên Tirkiyeyê li ber çavan bêne girtin.”
Berdevkê PYD’ê Salih Muslum têkildarî vê peyama Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîye.
Salih Muslum diyar kir ku peyaman Ocalan nîşan dide ku di rêya rast de ne û wiha got: “Hesasiyet di rêzgirtina beranberî hev de derbas dibe. Nêrînên Ocalan gelekî kûr in. Ocalan Sûriye û Rojhilata Navîn baş dizane, nêrînên Ocalan ên di vê mijarê de ji bo me gelekî bi nirx in. Em gotinên Ocalan di pratîkê de pêk tînin û çareseriyeke ku hevgirtina Sûriyeyê bi Destûra Bingehîn pêk bîne dixwazin.
‘EM WISA BI HÊSANÎ DEV JI AXA XWE BERNDADIN’
Muslum destnîşan kir ku tu carî ji Tirkiyeyê re nebûne gef û dibêje em dixwazin statuya herêma xwe fermî bikin. Em wisa bi hêsanî dev ji axa xwe berndadin ku me bi berdelên gelek giran bi dest xistiye:
“Me dest nedaye axa Tirkiyeyê û karên wê yên navxweyî. Em tişta ku Ocalan jê re gotiye, ‘Hesasiyetên Tirkiyeyê’ bi rêzdarî pêşwazî dikin. Em tu carî nebûne gef. Ev jî ji bo me nuqteya hesasiyetê ye. Lê di rastiyan de aliyekî cuda jî heye. Çeteyên ku êrîşî herêma me kirin hemû ji Tirkiyeyê derbas bûn. Ji roja ku me pergala xwe ava kiriye ve rastî her cure gefê hatin. Bi gotinên xwe hewl didin pergala vêderê terorîze bikin. Van hemû nêzikbûna ji Tirkiyeyê hatin.”
Muslum di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dikarin bi Tirkiyeyê re bên gel hev û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Lê divê rewşa Efrînê û gefên li hemberî me bên zelalkirin. Em nikarin guhê xwe ji van mijaran re bigirin. Efrîn hatiye dagirkirin. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. li aliyekî ve hem terorîze dike hem jî dagir dike. Hem HSD hem jî MSD vêya anî ziman. Heke ji dil çareseriyê dixwazin divê ji Efrînê vekişin. Divê çete ji Efrînê vekişin û Efrîn weke xwe ya berê bibe. Her wiha divê dev ji gef û dijminahiya xwe li hemberî kurdan berdin. Em dikarin li ser vê bingehê nêzî hev bibin.”
‘DIYALOG DÊ HEWAYEKE ERÊNÎ ÇÊBIKE’
Muslum anî ziman ku pirsgirêka kurd a Rojhilata Navîn gelek derdoran eleqedar dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Elbet cudahiyên rewşa li Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Evder naşibe başûrê Kurdistanê. Planên Siltan hinek cuda dixebitin. Ji ber vê yekê her gavê carekê derdikeve dibêje, ‘Şaşiyên me li wir kir dê careke din nekin’ dubare dike. Em naşibin başûr, polîtîkayên me jî naşibin hev. Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn girêdayî hev e. Li her parçeyê astengiya herî mezin Tirkiye ye. Hewl didin mudaxaleyî her derî bikin. Ji ber vê sedemê heke Tirkiye pirsgirêka xwe ya kurd çareser bikira dê dijminahiya me nedikir. Rêyên cuda yên çareseriyê dikarin bên pêşxistin lê di encamê de hemû rê jî digihîjin deriyekê. Vekirina rêyên diyaloga siyasî ya li Tirkiyeyê dê hewayeke erênî ava bike.”