Kurdistan
Muxtar nexwes vesart û dewlet wî muxtariyê girt
PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li navçe ya Başkale li gundê (taxa) Örmetaşê nexweşê ku bi koronavîrusê ketibû ji aliyê muxtar Mikail Duman de hat veşartin lê bû sedema ku 20 kes bi vîrusê ketin. Bi sedema ku muxtar nexweş ji cendirmeyan û tîmên teduristiyê veşart, parêzgehê muxtar ji wezîfê girt.
Di ser de, bi sedema ku agahî nedaye hêzên ewlekariyê û tenduristiyê, ji “îhmala wezîfê” di derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin. Li taxê niha hemû nexweşan xistine karantînayê.
Gelek nexweş ji Îstenbolê hatibûn deverê û li deverê gelek muxtar agahî dan dewletê da wan bixin karantînayê.