TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nadya Murad çend daxwaz ji Merkelê kirin

Admin S
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2018 15:44

PeyamaKurd - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, bi keça Kurd a êzidî Qasida Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî û xelatgira nobela aştiyê Nadya Murad re hevdîtinek pêk anî.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de, Nadya Murad ji bo başkirina rewşa êzidiyên li Almanyayê û avadankirina Şingalê û deverên din ên ji ber êrîşên terorîstên DAIŞê wêran bûne alîkarî xwest.

Murad herwiha ji Merkelê re diyar kir ku êzidiyên penaberî Almanyayê dibin, rastî kêşeyan tên û ji aliyê dezgehên koçê ve tên dersînorkirin û xwest bo wan hêsankarî werin kirin.

Murad daxwaz ji Merkelê kir, ji bo keçên êzidî yên wekî wê ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin alîkariyê bikin û penaxwaziyên wan qebûl bikin.

Parve bike: