TR KU SO
FB X
Kurdistan

Namzedên Kabîneya Nehem ji bo sondxwarinê gihistin parlemanê

📅 10 tîrmeh 2019 14:51

PeyamaKurd – Parlemana Kurdistanê îro 10ê Tîrmehê çarşemê dicive û baweriyê dide kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesûr Barzanî û cîgirê wî û wezîr sonda yasayî dixwin.

Amadekariyên sondxwarina bi dawî bûn. Serokwezîrê raspardî Mesrûr Barzanî û namzedên Kabîneya Nehem a Kurdistanê gihiştin parlementoya Kurdistanê.

Serokwezîr, wezîrê kabîneya nû ji bo sondxwarinê û wergirtina baweriyê li benda zengilê parlementoyê ne.

BERNAMEYA DANIŞÎNA ÎRO YA PARLEMANA KURDISTANÊ

Di destpêkê dê parlemento bawerî bi serokwezîrê raspardî Mesrûr Barzanî bide.

Piştre, Mesrûr Barzanî dê navên wezîrên kabîneya xwe yek bi yek eşkere bike, û dê deng li ser wan were dayîn.

Piştî wergirtina baweriyê, serokwezîr, cîgirê serokwezîr û tevahiya wezîran wê sonda yasayî bixwin.

Di dawiyê de jî, dê Mesrûr Barzanî weke serokwezîrê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê xalên giştî yên bernameya kabîneya hikûmetê ragihîne.

Parve bike: