Neçîrvan Barzanî, bi Muhammed Halbûsî re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokê parlementoya Iraqê bi Muhammed Halbusi re civiya. Hi hevdîtinê de, sererastkirina rewşa darayî, dewama projeyan û budça sala 2023 an hat guftûgokirin ku qebûla budçê di parlementoya Iraqê de bêkirin. Her dû teref her weha behsa peymana petrolê û girîngiya wê kirin ku di navbera Kurdistanê û Iraqê de peyman hat girêdan.
Halbûsî û Barzanî behsa zerara derengmayîna bicîhkirina peymanê kirin ku dereng bimîne wê li ser dahata Iraqê badoreka neyînî bike.
Di seredana Barzanî de her weha bi serokwezîrê Iraqê yê berê û hem serokê Koalîsyona Qanûn bi Nûrî Malikî re hevdîtinekî kir. Her dû lîder li ser pêşdeçûnên siyasî û têkiliyên Erbîl-Bexdayê rawestiyan.
Nêçîrvan Barzanî her weha bi serokê konseya erka darazê ya bilind, bi Fayîq Zeydan re hevdîtinekî kir.