Neçîrvan Barzanî bi serokê Fransayê Macron re axifî
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re axifî. Axaftin li ser daxwaza Macron ber destê êvarê di rêya telafona Macron de ku kir çêbû.
Her dû lîder endîşeyên xwe yên şerê li herêmê ragihandin û xwestin ku pirsgirêk di rêya dîplomasiyê de çareser bibin.
Di axaftinê de, her dû lîder pêşdeçûnên leşkerî û siyasî yên li herêmê diqewimin, li ser wan bi detay axifîn.
Her dû lîder, behsa endîşeyên ji ber dewama şer ragihandin û behsa talûka encama firehbûna şer kirin. Barzanî û Macron gotin ku parastina aramiya herêmê, ji yê her wextî bêhtir girînge.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ji bo ber li kûrbûna krîza heyî bigrin, divê Macron rolekî aktîv bileyîze û bar bigre ser milên xwe.
Her dû teref di axaftna xwe de her weha behsa têkiliyên dualî kirin û li ser mijarên hevpar axifîn.