Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê Qatarê yê karên derve re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî Foruma Dîplomasiyê ya Antalya bibe gihabû bajarê Antalya-Tirkiyê û îro bi wezîrê karên derve û hem cîgirê serokwezîrê Qatarê bi Şêx Muhammed B. Abdurrahman El Sanî re hevdîtinekî kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa Ûkraynayê, bandora şer, têkiliyên Herêma Kurdistan, Iraq û Qatarê, rewşa Afxanistanê û pêşdeçûnên din yên li herêmê axifîn.
Foruma Dîplomasiyê ya Antalya îro destpêkir û wê li ser mijarên Rûsya-Ûkrayna, xebatên dîplomatîk yên ji bo qedandina şer û wê li ser hevdîtinên li Viyanayê dê biaxifin.