TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî Cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 tebax 2021 17:32

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir. Nêçîrvan Barzanî got, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzidî ji dil pîroz dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2yê Tebaxa 2021ê peyamek li ser hesabê Twittera xwe belav kir û ragihand, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzidî li Kurdistanê û li her dereke dunyayê bin ji dil pîroz dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Hêvîdar im vê cejnê bi xweşî û aramî derbas bikin û cejn û bîrhatinên bên jî di dem û rewşên baştir de vegerin. Her sal bi xêr û xweşî. Silav li malbat û kesûkarên qurbaniyên Êzidiyan.”

Parve bike: